Mehsere

Merheba ji wer canik û camêrno. Mesken meh meha mehsera (Mehşîre) ye. Ez bawerim hûn zanin bê mehsere çi ye, lê tabana ku hin kes nizanibin, bo wê ezê piçekî qal bikim. Kesên ku rezê wan hebe di vê mehê de tiriyên xwe diqurêfin û dikin dims, bastêx, bennî û hwd. Cîhê ku mesken kar lê çê tabana jêra dibên kargeh. Rez pirayî li hêla çiyê cilde danîn. Li deştê pirayî genim, nîsk, garis û hwd. deri çandin.

Ez jî ji deşta Mêrdîn im û min karê mehsereyê nekiriye. Deriye çend caran bûme mêvan. Karekî wiha xweş e ku kes jê nareve. Ma ka wê kî ji tirî, bastêx û benniya bireve. Ka ji xwe ra bifikirin. Wexta tu karê mehserê dikî tu di nava kar da tirî û bastêx dixwî. Ma hîn çi heyra. Ma weke karê me deştiya pûş û ka ya ku dev canê mera dike, ya ew heriya ku mera tê da dilewite.

Belê, ji zarokantiya min tê bîra min. Ji hêla çiyayê Mêrdîn bi ker û hêstira dadiketin deştê. Bo ku fêkî, gûz, bastêx û benniya bifroşin. Gava Çavê me li wan diketin, em li dora wan zîz dibûn. Bo me xeziyenek bû. Me bi dawa diya xwe digirt û me ew kaşî ber xezineya bastêx û benniya dikir. Wê demê, ji peraya zêdetir pevguherîn hebû. Bi tasa genim û ceh didan wan û wan jî bastêx û bennî û hwd didan me. Ji ber ku malbatên me lisana me rihet nedikirin û me zarokan nifkê malê yê salê hindik nedizî û neda bi bastêxa. Hin zarok ji cêzê genim ên gundiya didizîn. Bo ku malbatê me nebêjin we mesken bastêx û bennî ji ku anî me xwe dikir bin dîwarê talde û em bi qerta diketin ser bastêxê. Ji ber me bi lez û bez dixwar çenge û diranê me diêşiya. Lê ne xem bû. Mi go ez van tişta ji we ra dibêjim ne ku hûn herin ji malbatê me bibêjin ha. Piştî vî buyruğu hûn me şerpeze nekin. Jixwe tev da wê tasek an du tas bû lo.

Belê, îja wê rojê ez li mal runîştîbûm min dî hin heval û dost wêne û görüntüye xweyî li ser mehsereya li medya civakî bar kiribûn. Lisana min bijiya wan û min go axx xwezî niha ez li ba wan bûma. Diya min anî bîra min û go; ma ne hevalekî te yî ji Amedê hebû. Her sal te gûz dikirî û te didayê, wî jî ji te ra bennî çê dikir. Min go: wele dayê te xweş anî bîra min. Ka ezê lê bigerim. Rabûm lê geriyam û min go; heyra ma wexta mehsera ye, te çima bang min nekir. Minê bihata alî te bikira. Karê we xweş e û bi kêf e. Rabû wî jî destpê kir û go; raste xweş bû. Weke karnavalê bû. Lê ne niha, demên borî. Min jî go; ma çi bû ku tu dibêjî demen borî. Go; demên borî rez pir bûn û her kes li gunda dijiyan. Mehsere bîst rojan berdewam dikir. Me gundî dor bi dor alî hevdu dikir. Û ne deriye bi ro êwaran jî em li ser mehsereyan bûn. Heta em li wir radizan. Min go; ma çawa çêbû. Go; heyra bastêx û benniyê me çêdikir ku em ne li wir bibana, kera dihatin dixwarin. Min go; ma ker basteqê dixwin. Go; ûûww. Ji ceh bêtir hez dikin. Min dixwast bînim ser mesela bê wê ji min ra benniya çêbike yan na, lê min kulê wî tev rakiribû û bêsekin qal dikir. Ê te dî îşê min jî ketibû hêla wî, min bi sebir lê guhdar dikir.

Go; li ser mehserê her şev malek şîv çêdikir û me pevra dixwar. Û go yê ku li gundê wan mehsere tunebû, tiriyê xwe li wir diquraftin û li wir diketin mehserê ye. Û weke Newrozê gelek keç û xort li wir hevdu nas dikirin û bi hev ra dizewîcîn.

Belê hîn qal dikir, min hew debar kir û min go; heyra me tiştek ji te pirsî te li me kir riya rokê. Hela bise û bêhna xwe bide gidî. Te nehişt ez pirsa xwe bikim. Û min go ka ez gûza bikirim bo tu benniya ji min ra çê bikî. Go; welle îsal sıkıntı e. Xenzîr ketiye reza û tu tirî nehiştiye. Rezê gundiya teva talan kirine. Min go; kuro me ker fam kir ma xenzîr jî ho hoo. Hela ji xwer li van heywanan yaw. Bê çi tama devê xwe zanin.

Xenzîrno temam hûn birçîne ku hûn dixwin. Lê qe nebe talan nekin. Ji bela we va ez jî ji wan tamê xweş bêpar mam. Welhasil ez îsal bê bastêx û bennî mam. Belê, li dikanan tê firotan, lê him bihaye û him jî nabe weke yê malê. Hêvî ma sala bê. Helbet, ku xenzîr dîsa nekevin reza û talan nekin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir